Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beyt (s.x.) – ABNA –NAVENDA NÛÇEYAN
Artêşa DYA’yê ragihand ku dorpêça deryayî ya li ser Îranê hatiye berfirehkirin. Rêveberiya Waşingtonê diyar kir ku ji roja duşemê ve destwerdana keştiyên ku diçin benderên Îranê yan jî jê derdikevin tê kirin.
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA’yê (CENTCOM), di daxuyaniya xwe de ev gotin bi kar anîn: “Biryara dorpêçkirina keştiyên ku dixwazin bikevin benderên Îranê yan jî jê derkevin, bi biryardarî berdewam dike.”
Sererkanê Giştî yê DYA’yê General Dan Caine berê di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku hejmara keştiyên hatine vegerandin 13 ye. Bi agahdariya dawî re hat ragihandin ku ev hejmar derketiye 14’an.
Li gorî çavkaniyên Pentagonê, hişyariyeke bi vî rengî ji keştiyên bazirganî yên ku xeta dorpêçê binpê dikin re tê kirin: Rotaya xwe biguherînin yan jî amade bin ku em dakevin ser keştiya we. Heke hûn li gorî dorpêçê tevnegerin, dê hêz bê bikaranîn.
Hat destnîşankirin ku heta niha deryavaniya DYA’yê bi awayekî fîzîkî neketiye ser tu keştiyan, lê hebûna xwe ya leşkerî li herêmê zêde kiriye.
Ev pêngava DYA’yê ya li derdora Tengava Hurmizê, wekî qonaxeke nû ya zextên aborî û leşkerî yên li ser Îranê tê nirxandin. Geşedanên li tengavê ku yek ji xalên herî krîtîk ên bazirganiya enerjiyê ye, di bazarên petrolê yên cîhanê de jî dibe sedema fikaran.
Rêveberiya Waşingtonê derbarê ku dê dorpêç heta kengî bidome de hîn dîrokek e fermî eşkere nekiriye.
………………
Dawiya Peyam./
Your Comment